TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê 10 sal ceza da rojnamevan Umîd Faraxat

Admin M
Nivîskar
📅 28 cotmeh 2026 21:45

PeyamaKurd – Rojnamevanê rexnegir û yê ku kiryarên hukumetê rexne dike Umîd Faraxat bi cezayê ku “ji hevkariya bi welatên dijmin re dijwartire”, li gor wê yasaya Îranê, dadgeha Tehranê ya cezayê giran 10 sal ceza dayê.

Qanûna navborî di Cotmeha 2025an de derxistibûn, di bin sîwana sûcên ‘Tevgera li dijî ewlehiya netewî” ku sûcên ser medya civakî, di platformên medyayên din de xebatên sîvîl, şiroveyên siyasî û fikran sûc qebûl dikin, ji bo kesên protestoyan dikin û rojnamevanan di navbera 10 heya 15 salan ceza didin wan.

Di rêya telefonê de di 29ê Hezîrana 2026an de lê geriyabûn, çûbû polîsên ewlehiyê û hat girtin. Paşî wî şandin dozgeriya giştî û şoreşê û bi biryara demkî kirin zîndanê.

Daraza Îranê berê Umîd Faraxat ji ber nivîsên rexneyî, bi “bi armanca raya giştî aciz bike agahiyên şaş belav kiriye” û bi “tevgera li dijî ewlehiya netewî” sûcdar kiribû.

Parve bike: