TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê 2 Fransizan serbest berda û gihan Parîsê jî

Admin M
Nivîskar
📅 13 gulan 2023 02:28

PeyamaKurd – 2 hemwelatiyên Fransayê yên ku li Îranê girtîbûn, Benjamin Briere û Bernard Phelan ji aliyê Îranê de serbest hatin berdan û balafira ku ew tê de bûn giha nêzî Parîsê balafirgeha Bourgetê. Serokê Fransayê Emmanuel Macron di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha ragihand:

“Nîhayet serbestin. Wê Benjamin Briere û Bernard Phelan bigihên mirovên xwe.”

Macron ragihand ku ew ji serbest berdana hemwelatiyên xwe raziye û wê ji bo Fransizên ku li Îranê girtîne yên mayî pêngavan bavêjin.

Briereê 37 salî bi sedema ku casûsî kiriyedi gulana 2020an de û Phelanê 64 salî bi sedema ku ewlehiya netewî ya Îranê îhlal kiriye di 3 yê cotmeha 2022an de li Îranê hatibûn girtin.

Wezîra karên derve ya Fransayê Catherine Colonna, di meha Nîsanê de li Pekîn a Çînê bi wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan re civiyabû û xwestibû ku Îran her 6 girtiyên Fransizan serbest berdin.

Parve bike: