TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê, 2 rojnamevanan bi tometa sîxurtiya CIAyê girtin

Ruken güler
Nivîskar
📅 30 cotmeh 2022 22:30

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji qada îstîxbarata Îranê ve hat ragihandin, redarên Îranê, 2 rojnamevanên jin ên ku li ser kuştina Jîna Emînî nûçe çêkiribûn, bi tometa sîxurtiya CIAyê hatine girtin.

2 rojnamevanên jin ên ku li ser kuştina Jîna Emînî ya Kurd nûçe radigihandin, bi tometa sîxuriya Teşkîlata Îstîxbarata Amerîkayê (CIA) hatin tometbarkirin û li gorî nûçeya ku ji aliyê rojnameya Guardianê ya bi navenda xwe li Brîtanyayê ye, hat ragihandin ku bi navên xwe yên guherandî Nîlufer Hemîdî û Elahî Muhammedî, piştî demek kurt a mirina Emînî hatine girtin.

Girtina van rojnamevanan, ji aliyê Wezareta Îstîxbarata Îranê û Rêxistina Îstîxbarata Muhafizên Şoreşa Îranê ve bi daxuyaniyeke hevpar hat ragihandin û bi rêya daxuyaniyê hat îdiakirin ku van rojnamevanan ji bo welatên biyanî, sîxurî kiriye.

Her wiha bi rêya daxuyaniyê hat ragihandin ku xwpêşandanên li Îranê tên kirin, ji aliyê pêvekên CIA û Mossadê ve tên plankirin û navên van rojnamevanan jî wekî NH û EM hatin ragihandin.

Parve bike: