Îranê bersiv da Amerîkayê
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê Elî Şemhanî diyar kir, Amerîka ya ku ragihandiye ew ê li dijî Îranê azadiya tevgerê bidin Îsraîlê, ji her cure kiryareke Îsraîlê ya li dijî welatê xwe wê berpirsyar bê dîtin.
Şemhanî, berpirsê payebilind ê ewlehiyê yê Îranê bersiva daxuyaniya Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan da ku gotibû Waşîngton wê li dij gefa nukleerî ya Îranê azadiya tevgerê bide Îsraîlê.
Şemhanî da zanîn: "Ev îtîraf bi wê wateyê ye ku Amerîka berpirsê hemû kiryarên terorîstî yên Rejîma Siyonîst li dijî navendên navokî û gelê Îranê ye û divê encamên van kiryaran qebûl bike."
Sullivan, di axaftineke do de li Enstîtuya Washingtonê ya Lêkolînên Rojhilata Nêzîk kir destnîşan kir, "Me eşkere kir ku wê tu carî destûr neyê dayîn ku Îran bibe xwedî çekên nukleerî. Serok (Joe) Biden wê gavên pêwîst bavêje da ku li pişt vê daxuyaniyê bisekine, di nav de naskirina azadiya tevgerê ya Israîl, wekî ku wî gelek caran tekez kiriye."
Wî herwiha diyar kir, Amerîka berdewam e li ser bikaranîna kanalên dîplomatîk derbarê bernameya navokî ya Îranê de.