TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê bersiv da Amerîkayê: Daxwazên me maqûl ûn

Admin H
Nivîskar
📅 11 gulan 2026 14:59

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku wan bersiva xwe ya derbarê peymana aştiyê de bi rêya Pakistanê gihandiye aliyê Amerîkayê. Beqayî destnîşan kir ku pêşniyarên wan bi awayekî "comerdî û bi berpirsyarî" hatine amadekirin û daxwazên wan ji bo bidawîkirina şer gelekî maqûl in.

Îran di vê pêvajoyê de daxwaza rakirina ambargoya ser benderan û dubare destpêkirina hinardekirina petrolê ya bi rêya Tengava Hurmizê dike. Her wiha Tehranê rexne li gavên Amerîkayê girtin û diyar kir ku hebûna wan a leşkerî li herêmê çavkaniya sereke ya bêîstîkrariyê ye.

Ev hewildanên dîplomatîk piştî şerekî dijwar ê ku di Sibata 2026an de bi kuştina rêberê dînî yê Îranê Elî Xameneyî dest pê kiribû, hatin rojevê. Bi navbeynkariya profesyonel a Pakistanê, di Nîsana 2026an de agirbesteke demkî hatibû ragihandin û niha danûstandin tenê li ser rawestandina şer hûr bûne. Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya niha diyar kiribû ku di muzakereyan de pêşketinên mezin hene. Tevî ku Washington daxwaza bidawîkirina bernameya atomî ya Îranê dike jî, plana heyî ya ku ji aliyê Îranê ve hatiye qebûlkirin, di qonaxa yekem de tenê armanc dike ku dawî li şerê li herêmê bîne û aramiyê ava bike.

Parve bike: