TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê bi Afganistana Talîbanê re gestên asmanî da destpêkirin

Admin H
Nivîskar
📅 15 îlon 2021 22:07

PeyamaKurd - Îranê geştên asmanî ya piştî desthilatbûna Talîbanê li Afganistanê ku hatibûn rawestandin ji nû ve da destpêkirin.

Televîzyona Îranê ya beşa erebî Al Alam eşkere kir, di navbera Îran û Afganistanê de geştên bazirganiyê careke din dest pê kirine û balafira Îranê ya dakete balefirgeha Kabulê wek yekem balafira Îranê ya piştî desthilatdariya Talîbanê bûye.

Balafira Îranê ji bajarê Meşhedê rabûye ku ji ser rêyên asmanî ya Mahan a Îranê rabûye û dîplomatên Îranî jî di nav de 19 kes tê de balafirê de hebûn.

Geştên asmanî yên Îran û Afganistanê bi desdanîna ser deshilatiyê ya Talîbanê re, 16ê Tebaxê hatibûn rawestandin.

Parve bike: