Îranê bo danûstandinên ligel Amerîkayê berdevkek hilbijart
PeyamaKurd - Serokê şandeya danûstandinan a Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî wekî berdevkê fermî yê şandeya danûstandinan a welat destnîşan kir.
Medyaya fermî ya Îranê fermana erkdarkirinê belav kir ku tê de Qalîbaf ji bo Beqayî wiha dibêje:
"Ji ber ku hûn di warê hiqûqa navneteweyî de pispor in, di qada dîplomasiyê de ezmûna we ya guncav heye û di heman demê de berpirsyariya berdevkiya Wezareta Derve li ser milê we ye, ez we wekî berdevkê şandeya danûstandinan destnîşan dikim."
Hêjayî gotinê ye, ev biryar wekî pêngaveke stratejîk a Tehranê hate şîrovekirin daku di qonaxa bê de peywendiyên ragihandinê di danûstandinên ligel Washingtonê de bi rêkûpêktir werin meşandin.
Tê çaverêkirin ku di hefteyên pêş me de proseya danûstandinan di navbera Washington û Tehranê de ji nû ve dest pê bike.