Îranê destûra derbasbûna 20 keştiyên Pakistanê da
PeyamaKurd - Di demekê de ku li Kendavê rageşiya leşkerî û dorpêça deryayî berdewam dike, di navbera Tehran û Îslamabadê de gaveke girîng a nermbûnê hat avêtin.
Wezîrê Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar ragihand ku hikûmeta Îranê destûr daye 20 keştiyên bi ala Pakistanê ku di Tengava Hurmizê re derbas bibin.
Ev biryara ku piştî hewildanên navbeynkariyê yên Pakistanê hat, di trafîka deryayî ya herêmê de her çend sînorkirî be jî, hinek rehetî peyda kir.
Her roj du keştî dê derbas bibin
Wezîr Dar di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir ku derbasbûn bi salnameyeke diyar hatine girêdan.
Li gorî lihevkirina bi aliyê Îranê re, 20 keştiyên destnîşankirî dê her roj du bi du di tengavê re derbas bibin. Dar ev biryar wekî "mizgîniya aştiyê" û gaveke ku dê alîkariya aramiya herêmî bike pênase kir.