TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê di 10 rojên dawî de nêzî 18 hezar koçberên Afganî dersînor kirin

Admin L
Nivîskar
📅 13 tîrmeh 2023 16:00

PeyamaKurd Îranê ragihand, wê nêzîkî 18 hezar koçberên neqanûnî yên Afganî bo welatên wan dersînor kirine.

Li gor nûçeya Ajansa Mêhr a nîvfermî ya Îranê, Serokê Polîsê Parêzgeha Xorasana Rezewî Mecîd Şoca ragihand, di 10 salên dawî de 17 hezar û 926 koçberên neqanûnî yên Afganistanê ku ji aliyê hêzên sînorparêz û tîmên polîs ve li navçeyên cuda cuda yên wî welatî hatine dîtin, hatine dersînorkirin. rojan.

Rayedarê Îranî diyar kir, Afganî ji Deriyê Sînor ê Dogarûnê hatin vegerandin.

Ji aliyê din ve Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî ragihand, hejmara koçberên Afganistanê li wî welatî zêdetirî 5 milyonî ye.

Vahidî diyar kir, di destê wan de tu raporek tune ye ku koçberên Afganî ji bo welat pirsgirêka ewlehiyê çêdikin.

Parve bike: