"Îranê gaveke mezin ber bi serkeftina dawî ve avêtiye"
PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baxêr Qalibaf, di daxuyaniyekê de piştî rêkeftina di navbera Amerîka û Îranê de li ser memorandûma têgihîştinê got, "Îranê gaveke mezin ber bi serkeftina dawî ve avêtiye."
Qalibaf, ku wekî danûstandkarê sereke yê Îranê di danûstandinên bi Amerîka re kar dikir, piştî rêkeftinê ev daxuyanî da.
"Îranê gaveke mezin ber bi serkeftina dawî ve avêtiye"
Qalibaf, tekez li ser serkeftina dawî kir û got:
"Gelê Îranê, miletê me yê delal û bi rûmet. Bi saya berxwedana we ya dîrokî û qehremaniya ku hêzên me yên çekdar li dijî kesên ku vê miletê hedef girtin û xwestin welêt hilweşînin û bindest bikin, Îranê gaveke mezin ber bi serkeftina dawî ve avêtiye. Wan ew dixwest, lê ew bi ser neketin. Em li ser piyan in û di dawiyê de, bi destûra Xwedê, Îrana me wê bi ser bikeve."