TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê gazî Îsraîlê kir: "Çalakiyên provakatîf rawestînin"

📅 02 gulan 2018 02:09

PeyamaKurd - Wezareta Parastina Îranê bersiv da îdiayên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû yên doh ku gotibû me "100 hezar belgeyên di arşîva nepen a têkilîdarî programa çekên nûklerî ya Îranê de bi dest xistine."

Wezîrê Parastinê yê Îranê Emîr Hatemî îdîayên Binyamîn Netanyahû wek ‘wek çalakiyên provokatîf' nirxandin û diyar kir ku Tehran bê bersiv namîne.

Hatemî got: "Ev hişyariya me ji bo rejima ku Qûdsê dagir kiriye û piştgirê wan e. Çalakiyê xwe yên xeter rawestînin. Dê Îran bersiveke surprîz bide û hûn ê ji vê yekê poşman bibin."

Parve bike: