Cîhan
Îranê gef li Amerîkayê xwar: Xistina firokeya bêmirov peyameke zelal e
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Sûpaya Pasdarên Îranê Huseyîn Selamî li ser xistina firokeya bêmirov a Amerîkayê li Kendava Hurmuzê daxuyanî da û got, ev li dijî dijminên welatê wan peyameke zelal e.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê Selamî da xuyakirin, “Hêzên Pasavanên Şoreşê yên Hewayî-Fezayî vê sibehê firokeyeke sîxûr a sînorên ewlekariya netewî binpê kiriye hat xistin.”
Selamî got ku ‘ev peyameke zelal e bo dijminan’ û diyar kir, “Sînor xeta me ya sor in. Yê ku wan dabezîne dê venegere û tune bibe.”
Îro beyaniyê firokeya bêmirov a kefşê ya cure RQ-4 Global Hawk a hêzên Amerîkayê ji aliyê hêzên Îranê ve li dorûbera Kendava Hurmuzê hatibû xistin.