TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê gefa eniyên nû li Amerîkayê xwar

Admin H
Nivîskar
📅 19 gulan 2026 20:00

PeyamaKurd - Berdevkê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Ekremîniya, di civîneke girseyî ya li Qada Welîesrê ya Tehranê de, hişyarî da Amerîka û Îsraîlê bertek nîşanî gefên nû yên Serokê Amerîkayê Donald Trump da.

Ekremîniya ragihand ku eger dijmin xeletiyekê bike û dest bi êrîşeke nû li ser axa Îranê bike, ew ê bi amûr û awayên nû eniyên nû û nediyar li dijî hêzên Amerîkî vekin.

Berdevkê Artêşê eşkere kir ku artêşa Îranê dema agirbestê wekî dema şer dibîne û ev maweya aramiyê ji bo xurtkirina şiyanên xwe yên leşkerî, moşekî û lojîstîkî bi temamî bikar aniye daku bersiva her êrîşekê bidin.

Şerê 40 rojî, plana dabeşkirinê û kontrola li Hurmizê

Ekremîniya bal kişand ser encamên şerê 40 rojî yê ku 28ê Sibatê dest pê kiribû û gihîştibû 8ê Nîsana 2026an agirbest hatibû ragihandin û îdia kir ku armanca serekî ya Amerîka û Îsraîlê bi terorkirina fermandarên bilind, rûxandina sîstemê û dabeşkirina xaka Îranê bû, lê bi ser neketin.

Berdevkê Artêşê tekez kir ku dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê nikare vîna wan bişkîne û ragihand ku Tengava Hurmizê di bin serdestiya tam a hêzên wan de ye. Wî destnîşan kir ku rewşa vê tengava stratejîk a petrolê ti carî venagere wekî rewşa beriya şer û wekî qerteke herî mezin ê zextê di destê Tehranê de dimîne.

Parve bike: