Îranê hebûna danûstandinên bi Amerîkayê re red kir
PeyamaKurd - Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku danûstandinên wan bi Tehranê re baş derbas dibin û wî ferman daye Wezareta Şer daku êrîşên ser binesaziya enerjiyê rawestînin, Wezareta Karên Derve ya Îranê jî bersiv da.
Wezareta Karên Derve ya Îranê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ti diyalog di navbera Tehran û Washingtonê de nîne.
Wezaretê diyar kir ku armanca Trump a ji van daxuyaniyan ew e ku bihayê neft û gazê li bazarên cîhanî daxe.
Îranê herwiha da zanîn ku Donald Trump bi van gotinan dixwaze wext qezenc bike da ku planên xwe yên leşkerî pêk bîne.
Wezaretê derbarê hewlên welatên herêmê yên ji bo kêmkirina aloziyan jî bersiva xwe eşkere kir û diyar kir, "Bersiva me ji bo înîsiyatifên welatên herêmê ew e ku me şer nedaye destpêkirin."