TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê înternet qut kiriye û bi peyaman gefan dixwe

Admin H
Nivîskar
📅 23 adar 2026 22:34

PeyamaKurd - Zêdetirî sê hefte ne ku rejîma Îranê hêla înterneta cîhanî li ser welatiyan qut kiriye û di vê navberê de navendên ewlehiyê dest bi şandina peyamên (SMS) gefxwarinê kirine da ku xelkê bitirsînin.

Li gorî agahiyên ji hundirê Îranê gihîştine, dezgehên ewlehiyê daxwaz ji welatiyan dikin ku ji rûpel û kanalên medyaya azad ku wek "dijmin" tên binavkirin derkevin.

Di peyaman de hişyarî tê dayîn ku endambûna di kanalên dijber, parvekirina wêne û vîdyoyan, an jî nîşandana cihê erdnîgarî di dema şer de wek "sûc" tê hesibandin û dê bibe sedema cezayên herî giran.

Parve bike: