Cîhan
Îranê ji ber êrîsên ser Sûriyê gef li Îsralê xwar: Wê posman bibe!
PeyamaKurd - Şêwirmendê Ayetullah Xamaneyî, Elî Ekber Wîlayetî li ser êrîşên Îsraîlê yên li Sûriyê bi ser bingehên leşkerî yên milîşeyên girêdayî Îranê de ragihand ku wê Îsraîl di demeke nêz de bersiva topbarana xwe bibîne û ji bo sûcên xwe yên li Sûriyê poşman bibe.
Wîlayetî ji ajansa Fars a Îranê re li ser topbarana Îsraîlê ya dawî li ser Sûriyê pêk hatiye got: “Êrîşên Îsraîlê li herêmê derqanûnî ne û wê bê bersiv derbas nebin.”
Wîlayetî herwiha diyar kir ku Îsraîl wê “Ji bo sûcên xwe poşman bibe” û berxwedana li Sûriyê û Lubnanê wê bersiva sûcên Amerîka û Îsraîlê bide.
Alî Ekber Welayetî di berdewamê de got, “Hizbullah wê Îsraîlê bi erdê re bike yek, heger êrîşî Lubnanê bike.”