Cîhan
Îranê ji bo raspartina Alawî kêfxwesiya xwe anî ziman...
PeyamaKurd – Li ser raspartina Mihemed Tewfîq Alawî li şûna serokwezîrê ji kar vekişayaye Adil Ebdulmehdî, Îranê daxuyanî da.
Mihemed Tewfîq Alawî doh 1ê Sibatê ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih ve li şûna Adil Ebdulmehdî hatibû erkdar kirin ku herdu fraksiyonên şîeyan Saîrûn û Fetih jî piştevaniya wî dikin.
Li ser malpera fermî ya Wezareta Derve ya Îranê bi zimanê Berdevkê Wezaretê Ebas Musewî hat ragihandin ku Îran bi raspartina Alawî kêfxweş bûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Îran di çarçoveya yekparçebûna Iraqê, bihêzkirina serwerî, demokrasî, piştgiriya hikûmeta rewa dike û li ser daxwaziyên gel tevî derxistina Amerîkayê hilbijartina Mihemed Tewfîq Alawî bi kêfxweşî pêşwazî dike.”