Îranê li ser danûstandinên bi DYAyê re daxuyanî da
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî diyar kir ku ji bo rojên pêş de tu civînên danûstandinê bi DYA re nayên plankirin û tekez kir ku serdana nûnerên DYAyê bo Qeterê tu têkiliya wê bi bernameya şandeya Îranê re tune.
Bekayî zelal kir ku ji bo rojên pêş de ti civînên danûstandinê yên di tu astê de bi DYA re nayên plankirin.
Wî diyar kir ku niha pêşîniya Tehranê ew e ku bicîhanîna tevahî ya şertên peymana têgihîştinê misoger bike û daxwazên xwe yên di bin vê peymanê de bişopîne.
Bekayî bi parvekirina hûrguliyên teknîkî yên derbarê bendên peymana têgihîştinê de, diyar kir ku DYA lîsansên pêwîst ên têkildarî madeya 10-an, ku firotina petrolê vedihewîne, dane û Îran çavdêriya bicîhanîna rastîn a van lîsansan dike.
Bekayî, tekez kir ku Îran û DYA hîn negihîştine qonaxa danûstandinên lihevkirina dawî, behsa madeya 13an a peymana têgihîştinê kir û got ku li gorî vê maddeyê, bicîhanîna maddeyên 1, 4, 5, 10 û 11an şertek pêşîn e ji bo destpêkirina danûstandinên lihevkirina dawî, û divê ev bend bê navber werin bicîhanîn.