TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê qanûna dijminatiya Îsraîlê pesend kir

Admin H
Nivîskar
📅 21 gulan 2020 21:50

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî derbarê pêkanîna hevalbendiya li dijî Îsraîlê, Konseya Qanûndanêr a Îranê yasaya dijminatiya Îsraîlê pesend kir.

Berdevkê Konseya Parastina Destûra Îranê Ebaselî Kedhodayî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku qanûna dijminatiya Îsraîlê ya bi navê şerê dijî siyonîzmê û çalakiyên wê yên dijminatî li Konseya Qanûndanêran hatiye pesendkirin û ketiye pratîkê.

Di qanûna navborî de hatiye gotin ku hemû welatên wekî Îran, Filîstîn û yên din ên misilman berpiryarin ku bersiva Îsraîlê bidin.

Bi wê qanûnê re rê li ber kompaniyên Îsraîlî tê girtin ku ti berhemeke wan nekeve nav erdên Îranê û hatina nav Îranê ya ‘hemû siyonîstan’ tê qedexekirin.

Parve bike: