TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê ragihand ku tankereke petrolê desteser kiriye

Admin H
Nivîskar
📅 08 gulan 2026 14:48

PeyamaKurd - Îranê ragihand ku wê li Deryaya Omanê tankereke petrolê desteser kir û îdia kir ku keştiyê hewl dida hinardekirina petrola Îranê asteng bike û zirarê bide berjewendiyên welêt.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku hêzên deryayî li Deryaya Omanê tankera petrolê "Ocean Koi" desteser kir.

Televîzyonê destnîşan kir ku tanker ber bi peravên başûrê Îranê ve hatiye birin û radestî rayedarên dadwerî yên têkildar hatiye kirin.

Her wiha îdia kir ku tankerê "hewl dida hinardekirina petrolê û berjewendiyên gelê Îranê asteng bike”.

Parve bike: