TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê Ramîn û du Kurdên mîna wî îdam kir

📅 09 îlon 2018 02:53

PeyamaKurd - Li gor zanyariyên torên civakî û çapemeniya ser bi sipaha pasdarên Îranê, saziya dadweriya Îranê îro 08.09.2018ê sê girtiyên siyasî yên Kurd ên bi navên Ramîn Husên Penahî, Zanyar û Luqman Muradî li girtîgeha Recayîşehr a Kerecê darvekir.

Herwiha çend çavkaniyên ser bi sipaha pasdaran jî ew nûçe piştrast kirin. Derbarê vê yekê de birayê Ramîn Husên Penahî, Emced Husên Penahî di tora wxe ya civakî de nûçe piştrast kir û ragihand: ‘’Îro serê sibê li gel Ramîn li girtîgeha Recayîşehr a Kerecê Zanyar û Luqman Muradî jî hatin darvekirin.’’

Ramîn Husên Penahî ku havîna borî nêzîk bajarê Sine bi birîndarî hatibû girtin, salek û du mehe li girtîgehê bû û ji aliyê saziyên dadweriya Îranê ve sizayê darvekirinê jê re hatibû dayîn û îro 08.09.2018ê hate darvekirin.

Zanyar û Luqman Muradî jî du çalakvan û girtiyên siyasî yên Kurd in, ku 10 sale di girtîgehê de ne û cezayê darvekirinê ji wan re hatibû dayîn û ew jî îro hatin darvekirin.

Parve bike: