TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê Rêberê nû hilbijart: Navê wî niha eşkere nake

Admin H
Nivîskar
📅 08 adar 2026 16:01

PeyamaKurd - Bi daxuyaniyên fermî hate ragihandin ku piştî kuştina Elî Xamaney pêvajoya hilbijartina rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê bidawî bûye, lê nav nayê eşkere kirin.

Nûnerê Weliyê Feqî yê li parêzgeha Xorasana Rezewî Ehmed Elemeulhuda, tekez kir ku Meclisa Pisporan kesê nû diyar kiriye û hemû îdiayên derbarê nebiryardariyê de derew in.

Elemeulhuda diyar kir ku li gorî destûrê, biryara hatiye girtin naguhere û niha tenê erka ragihandina fermî li ser milê Sekreteriyeta Meclisa Pisporan e.

Endamê Meclisa Pisporan Ayetulah Mîrbaqirî jî piştrast kir ku meclisê bi piraniya dengan gihîştiye biryareke dawî ya ku nêrîna piraniyê temsîl dike.

Mîrbaqirî anî ziman ku tevî biryar hatiye dayîn jî, hin astengên ku pêwîstiya wan bi "hûrbîniyeke zêde" heye li pêşiya eşkerekirinê mane. Ev rewş wekî qonaxeke hestyar tê dîtin ku divê biryar wekî "belgeyek dîrokî ya bêgotûbêj" were amadekirin. Tê payîn ku piştî rakirina van astengan navê rêberê nû demeke nêzîk de ji raya giştî re were ragihandin.

Di vê heyamê de ku Îran di rewşeke krîtîk a derbasbûnê de ye, karûbarên dewletê ji aliyê mecliseke demkî ve tên birêvebirin. Ev meclisa demkî ku ji Serokomar Mesûd Pizîşkiyan, Serokê Desthilata Dadweriyê Xulamhusên Muhsinî Ejeî û endamê Encumena Şarezayan Elîreza Arafî pêk tê, heta ku rêberê nû bi awayekî fermî dest bi kar bibe, desthilata dewletê di destê xwe de digire. Ev mekanîzma hat avakirin da ku valahiya rêveberiyê ya piştî êrîşên dawî were tijîkirin û aramiya navxweyî were parastin.

Parve bike: