Îranê Tirk derewîn derxistin
PeyamaKurd - Îranê îdîayên Tirkan derewîn derxistin ku di şerê li dijî PKKê de li navçeyên sînor hevahengî ligel Tirkiyê kiribe.
Serokerkaniya Hêzên Çekdar ên Îranê axaftina Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê red dike ku gotibû Îranê pêşniyara Tirkiyê bo hevahengîkirina operasyona ser Qendîlê pesend kiriye.
Di vê derbarê de Berdevkê Serokerkaniya Hêzên Çekdar ên Îranê Ebûlxezil Şikarçî got: "Ligel ku Komara Îslamî ya Îranê piştgiriya her hewldaneke dijî terorê dike, lê leşkerkêşiya welatekî bo nav welatekî din bi hinceta rûbirûbûna terorê bêyî wergirtina mohletê ji desthilata yasayî ya wî welatî wek pêngaveke ne rewa dibîne."
Şikarçî dibêje ku Îran ti wextekî piştgiriya wê yekê nake ku serweriya niştimanî ya welatekî bi hinceta rûbirûbûna terorê were binpêkirin.
Roja Sêşemba borî, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Nurettîn Canikli derbarê êrîşa ser binkeyên PKKê li navçeyên sînor ên navbera Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de gotibû ku ji bo operasyonê pêşniyar kirine hevahengiyê ligel Îranê bikin û ew jî razî bûne.
Artêşa Tirkiyê ji 10ê Adara 2018an ve li navçeyên sînor ên navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê dijî PKKê dest bi operasyoneke leşkerî kiriye û heta niha bi kurahiya zêdeyî 20 kîlometreyan hatiye nav axa Başûrê Kurdistanê.