TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê vê carê jî gef li Brîtanyayê xwar

Admin H
Nivîskar
📅 26 tîrmeh 2026 11:35

PeyamaKurd - Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê Husên Muhibî gef li Brîtanyayê xwarin û ragihand ku eger ev welat ji bo êrîşkirina ser Îranê alîkariya Washingtonê bike, dê bibe armanca wan a rasterast û rewa.

Muhibî bal kişand ser bikaranîna Baregeha Asmanî ya RAF Fairfordê ya li Brîtanyayê ji aliyê balafirên bombeavêj ên B-1ê yên Amerîkayê ve û anî ziman ku ev biryar piştî ku Andy Burnham bûye Serokwezîrê Brîtanyayê wekî pêngaveke nû ya leşkerî ketiye meriyetê.

Husên Muhibî îdia kir ku di encama lêdana baregehên Amerîkayê yên li welatên Kendavê de zêdetirî 200 leşker hatine kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûne.

Piştî ku Amerîkayê 13 rojan li ser hev êrîşî binesaziya leşkerî ya Îranê kir, bersivdanên bi dron û moşekan ên li ser welatên herêmê bûn sedema kûrkirina dorpêç û aloziyan.

Tevî ku ev du roj in şer û pevçûn hatine rawestandin, metirsiya li ser ewlehiya geştên deryayî yên li Tengava Hurmizê berdewam dike.

Parve bike: