TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq | 2 lesker hatin kustin, 15 jî birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 21 rêbendan 2020 00:37

PeyamaKurd - Fermandariya operasyonên Bexdayê ragihand ku fermandarekî payebilind jî di nav de, di xwepêşandanên doh 19ê Çile yên li Bexdayê de 15 leşkerên iraqî birîndar bûne. Herwiha li gorî ragihandina hinek çavkaniyan li Besrayê jî 2 leşker ji aliyê kesên nenas ve hatine kuştin.

Fermandariyê bi daxuyaniyekê got: "Dema hêzên me yên ewlehiyê bi erkên xwe yên parastina xwepêşandêran û dabînkirina têketina Qada Tehrîrê ji çerxerêya Qirtube radibûn, komeke tevlîhev keviyên kolanan xirab kirin, kevir hilkirin û avêtin hêzên ewlehiyê."

Fermandariyê diyar kir ku di encama wê aloziyê de, 14 serbaz ji serê xwe birîndar bûn, her wiha lingê çepê yê fermandarê lîwaya 3yemîn a firqeya yekê ya asayîşê jî şikest.

Fermandariyê daye xuyakirin ku tevî van kiryaran jî hêzên wan xwe ragirtine û erkên xwe yên ewlehiyê şopandine.

Herwiha li gorî hinek çavkaniyan jî 2 endamên ewlehiyê ji focên awarte yên Besrayê bi pêlkirina erebeyê ji aliyê kesên nenas, hatine kuştin.

Li gorî ragihandina medya Iraqê di xwepêşandanên ku ji nû ve dest pê kirine de, heta niha bi dehan kes birîndar bûne ku hin ji wan jî bi guleyan ji aliyê kesên nenas ve hatine birîndarkirin.

Parve bike: