TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq: 4 rêvebirên Hasdî Sabî hatin binçavkirin

Admin M
Nivîskar
📅 30 gulan 2021 03:13

PeyamaKurd – Li Iraqê krîza di navbera hukumetê û Haşdî Şabî de her diçe kûrtir dibe. Îro li Kerbelayê 4  rêvebirên Haşdî Şabiyê xistin binçav. Di rojên borî de fermandarê operasyonan yê Anbarê yê Haşdî Şabiyê Qasim Muxlis hatibû girtin û îro li Kerbelayê Hasan Mîsbah û 3 rêvebirên Haşdî Şabiye hatin desteserkirin.

Qasim Muxlis bi sedema kiryarên terorê hatibû girtin. Tê gotin ku Qasim Muxlis bi sedema li Kerbelayê aktîvîstên sîvîl kuştiye û destê wî di êrîşên avêtina roketan yên ser baregeha Eyn el-Esedê de heye ku leşkerên Amerîkayê lê dimînin.

Tevî xwepêşandan û kiryarên li dijî hukumetê serokwezîr Mustafa Kazimî bi paşde gav navêje.

Parve bike: