TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq | Di operasyonekê de 2 ji wan berpirs 11 DAISî hatin kustin

Admin H
Nivîskar
📅 11 îlon 2022 18:40

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Iraqê li parêzgehên Enbar û Diyale li ser şaneyên rêxistina terorîst DAIŞê operasyonek encam dane û 11 DAIŞî hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Operasyonên Hêzên Hevbeş a Iraqê, hêzên iraqî yên ji Wezareta Navxwe û Wezareta Berevaniyê li bajarên Enbar û Diyaleyê du şaneyên DAIŞê tespît kirine û li dijî wan operasyonek encam dane.

Hat ragihandin ku di encama operasyonê de 11 DAIŞê hatine kuştin ku di nav wan du kes berpirsên rêxistinê bûn.

Ligel ku 4 sal bi ser têkdana DAIŞê û derxistina wê ji bajaran derbas bûne jî êrîş û tevgera DAIŞê li parêzgehên Kerkûk, Diyale, Mûsil, Selahadîn û Enbarê hîn jî berdewam dike.

Parve bike: