Cîhan
Iraq: 'Em êrîsa Amerîka sermezar û red dikin'
PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Çekdarên Iraqê Yehya Resûl, li ser êrîşa şeva borî ya hêzên asmanî yên Amerîkayê li sînorê Iraq-Sûriyê bi ser komeke milîsên îranî yên girêdayî Heşda Şeibî de, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Yehya Resûl bertek nîşanî êrîşa Amerîkayê ya bi kêmî 7 çekdarên Heşda Şeibî tê de hatine kuştin da û got, "Em êrîşa şeva borî şermezar û red dikin.”
Resûl herwiha êrîş wekî dijî peymanên navnetewî bi nav kir û wekî êrîşeke dijî serweriya Iraqê û binpêkirineke nayê qebûlkirin nirxand.
Yehya Reslûl daye xuyakirin ku derbarê êrîşê de xebatên pêwîst dest pê kirine û gotiye, nabe Iraq bibe qada milmilaneyên berjewendiyan.