TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq: Em êrîşên ser nûnertiyên dîplomatîk lêkolîn dikin

Admin H
Nivîskar
📅 22 adar 2026 16:37

PeyamaKurd - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan îro 22ê Adara 2026ê ji medya Iraqê re ragihand ku lêkolînên li ser êrîşên ser nûnerên dîplomatîk û balyozxaneyan berdewam dikin.

Sebah Numan got, “Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ev êrîş xistine xaneya "kiryarên terorîstî", li gorî Qanûna Hejmar 13 a sala 2005ê.”

Berdevkê Artêşê da zanîn, “Ev kiryar hatine şermezarkirin ji ber ku pêgeha dîplomatîk a Iraqê lawaz dikin û dibin sedema şermezarkirina hikûmetê li beranberî civaka navneteweyî.”

Numan destnîşan kir ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî daye zanîn ku her têkçûneke ewlehiyê li deverê dê encam û bandorên xirab ji bo hemiyan hebe û got, niha li deverê awayekê aloziyên siyasî, ewlehî û aborî tê dîtin ku ne tenê Îranê vedigire, belkî bandor li ser welatên Kendavê û tevahiya cîhanê jî kiriye.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê ragihand: “Ji ber berjewendiyên lêkolînê, niha pêwîst nîne ku zêdetir hûrgilî li ser nasnameya bikerên êrîşên li ser nûnerên dîplomatîk bên eşkerekirin.”

Parve bike: