TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq | Hesdî Seibî gefa dorpêçkirina hemû baregehên Amerîkayê xwar

Admin H
Nivîskar
📅 01 rêbendan 2020 00:10

PeyamaKurd – Serokê koma Ketîbeyên Seyîdûşuheda bi ser hêzên Heşda Şeibî ve Ebû Wela Welayî, gefa di nêzîk de dorpêçkirina hemû baregehên Amerîka yên li Iraqê xwar.

Wela Welayî, li ser hesabê twitterê ragihandiye ku çawa ku îro Heşda Şeibî, balyozxaneya Amerîka li Bexdayê dorpêç kiriye di van nêzîkan de jî wê hemû baregehên leşkerî yên Amerîkaya ‘kujer’ ên li seranserê Iraqê bên dorpêçkirin.

Welayî gef li welatên piştgiriya Amerîkayê dikin jî xwariye û gotiye, wê herwiha balyozxaneyên duvelankên wê yên Siûdî, Îmarat, Behreyîn û yên din jî werin dorpêçkirin.

Wî herwiha dorpêçkirina balyozxaneya Bexdayê wekî berdewama dorpêçandina balyozxaneya Amerîka ya Tehranê li sala 1979an şîrove kir.

Parve bike: