Cîhan
Iraq | Hevpeymaniyê di 10 rojan de 85 armancên DAISê ji nav bir
PeyamaKurd – Wezareta Bergiriya Iraqê ragihand ku di operasyona 10 rojan a ligel Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, 133 êrîşên asmanî bi ser armancên DAIŞê de hatine kirin û 85 armanc hatine jinavbirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku operasyon bi hevkariya hevpeymaniyê ji aliyê Fermandariya Nînowa ya operasyonên hevbeş hatiye destpêkirin û 10 rojan deawam kiriye.
Hat ragihandin ku di encama wê operasyonê de, 61 stargeh û 24 şikeftên DAIŞê hatine ruxandin û hejmareke zêde ya terorîstan jî hatine bêbandorkirin.