Cîhan
Iraq: Îdiayên ketina balafira F-16 ne rast in
PeyamaKurd - Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê Seid Maan derbarê îdiayên ku di dema geştên nîşandayînê yên ji bo pîrozbahiya "Roja Serweriyê" de balafireke şer a F-16 ketiye, daxuyaniyek da.
Şaneyê ev îdia red kir û ragihand ku tu balafireke wan neketiye û hemû pîlotên wan di nava ewlehiyê de vegeriyane cihên xwe.
Piştî ku li ser medyaya civakî nûçeyên ketina balafireke F-16 li nêzî Mûsilê hatin belavkirin, Seid Maan tekez kir ku ev nûçe bêbingeh in û balafirên wan bi awayekî tam li ser erka xwe ne.
Maan her wiha diyar kir ku ev dezenformasyon ji aliyê kesên ku ji geştên serweriyê yên li esmanê Iraqê aciz bûne ve tên belavkirin.