TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq ji bo hilbijartinên gistî ji NYyê alîkariyê dixwaze

📅 28 gulan 2020 12:39

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo pêkanîna hilbijartinên giştî ji Neteweyên Yekbûyî (NY) alîkarî xwest.

Li gorî nûçeya ku ji Ofîsa Çapemeniya Serokwezîriya Iraqê hatiye belavkirin, Mistefa Kazimî bi Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres re peywendiyeke telefonî daniye.

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku Kazimî ji bo pêkanîna hilbijartinên gilştî ji NYyê alîkarî xwestiye û hikûmeta nû ji bo serwerî û seqamgeriya Iraqê di nava hewildanên mezin de ye.

Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres ji bo ku bikaribin van pirsgirêkan çareser bikin û kabîneya nû ya hikûmetê bê temamkirin hêvîyên xwe anîn zimên û ji Kazimî re serkeftin xwest.

Di wê peywendia telefonî de her wiha li ser koronayê, li ser pêşhatên dawî yên siyasî, ewlehî û aboriyê guftûgo hatin kirin.

Parve bike: