Iraq ji bo lehiyê daxwaza alîkariyê dike
PeyamaKurd - Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed el-Halbûsî ji bo koçberên navxweyî yên mexdûrên lehiyê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên navneteweyî yên din arîkarî xwest.
Halbûsî daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ji nêz ve rewşa welatiyên li kampên koçberên navxweyî yên ku li wilayetên Selahaddîn û Mûsilê ji ber barana gur di bin lehiyê de man dişopîne.
Halbûsî rewşê wekî "bobelata mirovî" nirxand û ji bo ku demildest arîkarî bigihînin koçberên navxweyî û şert û mercên wan bên başkirin ji NY û saziyên arîkariyê yên navneteweyî yên din xwest ku berpirsyariyên xwe bi cî bînin.
Li Şirqeta navçeya Selahaddîna li bakurê welêt di lehiya ku ji ber barana gur derket de 5 jê zarok 7 kes mirbûn, gelek malan xisar dîtibûn. Li hin herêmên Mûsil û Kerkûkê jî lehiyê tesîr kiribû.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji bo ku arîkarî bigihînin welatiyan û mirinan daxin asta herî kêm maseya qeyranê hat avakirin.