TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq | Kazimî ji bo wezaretên vala 7 wezîr bi wekalet tayîn kirin

Admin H
Nivîskar
📅 13 gulan 2020 21:21

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Wezareta Derve jî di nav de ji bo 7 wezaretên vala mane, wezîrên bi wekalet tayîn kir.

Li gorî belgeya ku medya Iraqê belav kiriye, ji bo Wezareta Derve ya Iraqê ku pişka Kurdan e wekîlê wezareta derve be erkên wezîr bi wekalet hatiye tayînkirin.

Herwiha ji bo Wezareta Werziş û Ciwanan Adnan Dircal, ji bo Wezareta Koç û Koçberan Nasir Hesen, ji bo Wezareta Dadê Nebîl Adil û ji bo Wezareta Bazirganiyê jî Elî Hamid bi wekalet hatine danîn.

Wê wezîrtiya Wezareta Petrolê ku hîn ji ber lihevnekirina şîeyan namzedê wê diyar nebûye jî Elî Elawî bi wekalet birêve bibe.

Kazimî tenê ji bo Wezareta Çandiniyê ku ew jî vala maye, kesekî bi wekalet destnîşan nekir.

Parve bike: