Cîhan
Iraq | Li her dadgehekê komîyeteke sextekariya hilbijartinan tê danîn
PeyamaKurd - Encûmena Bilind ya Dadweriya Iraqê ragihand ku ew ê li her dadgeheke komîteyeke taybet ji bo sextekariyên hilbijartinan pêk bînin.
Encûmena Bilind ya Dadweriya Iraqê herwiha bang li dadgehan jî kir rêkarên qanûnî li hember wan kesên ku destdirêjî li wêneyên kandîdan dikin tundtir bikin.
Hilbijartinên giştî yên Iraqê 10ê Cotmehê li seranser Iraq û Herêma Kurdistanê birêve diçin.