TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq teklîfa “hevkariya stratejik” li Beser Esed kir

Admin M
Nivîskar
📅 27 tebax 2020 01:43

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî li Beşer Esed teklîfa “hevkariya stratejik” kir. Kazimî bo hevdîtinê, serokê heyeta Haşdî Şabî Falih Feyyad şand Şamê û bi Beşer Esed re di derbarê “hevkariya stratejîk” de hevdîtin pêkanî. Li gor ragihandina ajansa fermî ya Iraqê INA yê; bo peyama Kazimî bigihîne Beşer Esed çû Şamê.

Di peyama Kazimî bo Beşer Esed re, mijarên hevkariya duqolî, hevkariya siyasî û asayîşê ya herêmê, têkoşîna li dijî terorê û mijarên weka ewlekariya sînor hene.

Kazimî do jî bo civîna sê qolî ya Iraq-Urdun- Misrê çûbû payîtexta Urdunê Ammanê.

Parve bike: