TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq: Ti plana me tine ku em mudaxeleyê Sûriyê bikin

Admin M
Nivîskar
📅 07 berfanbar 2024 02:56

PeyamaKurd – Berdevkê hukumeta Iraqê Bessam Awadi ragihand ku ti plana wan tine ku mudaxeleyê Sûriyê bikin û dewam kir:

“Hukumeta Sûriyê ji me daxwaza alîkariya leşkerî nekir. Em qebûl nakin ku tehdîdekî li ser ewlehî û desthilata me bibe.”

Awadî ragihandina xwe ji bo Rûdawê kir û li ser bûyerên dawiyê raveyan kir. Awadî got:

“Rewşa hukumeta Sûriyê xerab bûye û bi talûkeyan re rû bi rû maye…Sînorên navbera  Iraq-Sûriyê girtîne û ji bo ewlehiya sînor qewî bikin, me detsek şandiye ser sînor.”

Li ser kampa Holê Awadî got ku gelek talûkeye û serbest berdana kesên di kampê de ji bo Iraqê û herêmê tehdida terorê ye.

Iraq dewam dike ku ji bo Sûriyê çareseriyekî dîplomatîk peyda bike.

Parve bike: