TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq | Xwepêsanderan navenda polîsan dorpêç kir û komîteya parastinê ava kir

Admin H
Nivîskar
📅 29 mijdar 2019 18:58

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku xwepêşanderên Iraqê navenda fermandariya polîsan a Zîqarê ya başûrê Iraqê dorpêç kiriye û xwepêşanderên Zîqarê piştî derxistina hêzên ewlekariyê jî komîteyên gel ên parastinê ava kirine.

Li gorî Tora Skynewsê ragihandiye, xwepêşanderan li Zîqarê piştî dorpêçandina navenda polîsan di nav xwe de komîteya parastinê ava kirine û hêzên ewlekariyê jî ji wir derxistine.

Herwiha li gorî nûçeyan Encûmena Dozgeriya Bilind desteyeke lêpirsînê ava kiriye ku deste ji 3 cîgiran û serokê dadgeha awarte ya Zîqarê hatiye avakirin, da ku lêpirsînê li ser kuştina 2 kesên du rojên dawî bike.

Doh jî di xwepêşandanên li Iraqê yên li bajarên Necef, Nasriye, Bexda, başûr û naverasta Iraqê de 45 kes hatibûn kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûbûn.

Li gorî amarên dawê ji destpêkê heta niha hejmara xwepêşanderên hatine kuştin 400 kesan derbas kiriye.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî komîteya lêpirsînê li parêzgehên Zîqar û Necef ava kiriye ku piştî kuştina 32 kesan parêzgarê Zîqarê Adil Dexîl destê xwe ji kar vekêşa.

Hêjayî gotinê ye, cara yekemîn xwepêşanderan li hember hêzên ewlekariya hundirîn çek rakirine ku li gorî ragihandina Reutersê ev nîşaneya pêngaveke nû ya aloziya li Iraqê ye.

Parve bike: