Iraqê deriyê sînor yê Şeybê yê bi Îranê re hate girtin
PeyamaKurd - Li gorî zanyariyên ji civata parêzgeha Mêsanê hatine wergirtin, Hikûmeta Iraqê ferman da ku deriyê sînor yê Şeybê ku dikeve ser sînorê Îranê, heta agahdarkirineke din ji bo çûnûhatinê bê girtin.
Li gorî daxuyaniyê, ev biryar îro (21ê Cotmehê) ji saet 06:00an pê ve hatiye bicîkirin. Tevî ku wekî hincet "sedemên teknîkî" hatine nîşandan jî, ti hûrgiliyên fermî li ser dema vekirina derî nehatine parvekirin.
Ev girtin beşek e ji zincîra biryarên ewlehiyê yên Iraqê ku piştî êrişên firokeyên bêfirokevan (dronan) yên li ser xeta petrolê ya Erebistana Siûdî hatine stendin.
Tê îddîakirin ku ev alavên leşkerî û parçeyên dronan yê ji Îranê bi rêya deriyên sînorî yên mîna Şeyb, Şelemçe û Mendlî bo komên çekdar tên veguhastin.
Ji ber vê yekê, fermana yekser ji aliyê rayedarên Iraqê ve hat dayîn û komîsyoneke berfireh a lêkolînê hat avakirin da ku xeflet an tevlîbûna saziyên ewlehiyê di vê qaçaxçiyê de bê kontrolkirin.