TR KU SO
FB X
Cîhan

Îraqê dîroka vekişîna hêzên hevpeymaniyê eşkere kir

Admin H
Nivîskar
📅 24 tebax 2026 12:38

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îraqê Ali Zeydi di peyamekê de ku bi boneya rojbûna Pêxamberê Îslamê Hz. Mihemed ragihand, hêzên hevpeymaniya navneteweyî dê di 30ê Îlona 2026an de bi tevahî ji axa Îraqê vekişin.

Zeydi destnîşan kir ku bi vekişîna van hêzan re gelê Îraqê dê serweriya xwe ya fermî û tam li ser hemû axa welat ragihîne.

Serokwezîrê Îraqê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku Bexda bi ti awayî rê nade ku axa Îraqê bibe navendek an jî baregehek ji bo alozî û zirargihandina welatên herêmê û cîranan.

Zeydi bal kişand ser aloziyên li Rojhilata Navîn û banga yekgirtin û hevahengiyê li welatên Erebî û Îslamî kir daku rûbirûyî van qeyranan bibin.

Parve bike: