TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraqê girtina qada xwe ya hewayî heta 72 saetên din dirêj kir

Admin İ
Edîtor
📅 13 adar 2026 15:45

PeyamaKurd - Desteya Hewayî ya Sivîl a Iraqê, îro (Înê, 13ê Adara 2026an) ragihand ku ji ber berdewamiya fikarên ewlehiyê û rageşiya leşkerî ya li herêmê, girtina qada hewayî ya welêt ji bo 72 saetên din hat dirêjkirin.

Li gorî agahdariya ku ji aliyê rayedarên hewayî ve hatiye belavkirin, qada hewayî ya Iraqê dê ji bo hemû geştên hatin, derketin û transît (derbasbûn) girtî bimîne. Ev biryar wekî tedbîreke parastinê li dijî rîskên ku ji şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê derdikevin, hate girtin.

Desteyê diyar kir ku ev qedexeya nû dê ji îro roja Înê saet 12:00ê nîvro dest pê bike û heta roja Duşemê (16ê Adarê) saet 12:00ê nîvro di meriyetê de bimîne.

Rayedaran destnîşan kir ku ev dem hatiye diyarkirin, lê li gorî “nirxandinên berdewam ên rewşa ewlehiyê û pêşketinên herêmî” dibe ku guhertin tê de werin kirin.

Parve bike: