TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraqê ji bo vekirina qada asmanî dest bi lêkolînan kir

Admin H
Nivîskar
📅 02 nîsan 2026 19:35

PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê piştî şerê Îranê bi zêdetirî mehekê li ser vekirina beşek ji qada xwe ya asmanî lêkolînan dike da ku geştên asmanî bi awayekî sînordar dest pê bikin.

Ev hewildan piştî wê yekê tê ku 33 roj in ji ber destpêkirina şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de asmanê Iraqê bi temamî hatiye girtin.

Berdevkê Wezareta Veguhestinê Meysem Safî diyar kir ku ew dixwazin li gorî pîvanên navneteweyî yên silametiyê û bi hevahengiya di navbera aliyên sivîl û leşkerî de, di dema herî nêzîk de asmanê welat ji bo geştan amade bikin.

Herwiha Meysem Safî bal kişand ser wê yekê ku krîza niha ji ya salên borî girantir e, nexasim ji ber ku asmanê gelek welatên cîran girtî ye û qada şer berfirehtir bûye. 

Parve bike: