TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraqê li Neteweyên Yekbûyî giliyê Îranê kir û dozê lê vedike

Admin H
Nivîskar
📅 12 rêbendan 2020 17:40

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Iraq li Netewên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewlekariya Navnetewî giliyê Îranê dike û dozê lê vedike.

Nûnerê daîmî yê Iraqê li NYê Mihemed Husên Behrililum da xuyakirin ku welatê wan êrîşa moşekî ya Îranê red dike û rê nade ax û esmanê wan bibe qada milimilaneya Amerîka û Îranê.

Mihemed Husên Behrulilum giliyê welatê xwe li dijî êrîşa moşekî ya Îranê gihand sekreterê giştî yê NYê Antonio Gutteres.

Behrulilum got, Îran bi vê êrîşa moşekî ve serweriya axa Iraqê û hirwaha bingehên cîrantiya baş jî binpê kirine.

Parve bike: