TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraqê, pistgiriya xwe ji bo Tirkiyeyê ragihand

Ruken güler
Nivîskar
📅 02 cotmeh 2023 17:00

PeyamaKurd- Hikûmeta Iraqê, hewildana êrîşa bombeyî ya li dijî Gerînendehiya Polîsan a Wezareta Karên Navxweyî ya li Enqereyê şermezar kir û peyama hevgiriyê da.

Ji aliyê rayedarên Iraqê ve li ser bûyera li Enqereyê daxuyanî hat dayîn û bûyer hat şermezarkirin. Hat destnîşankirin ku hikûmet û gelê Iraqê ligel hêzên ewlehiyê, hikûmet û gelê Tirkiyeyê ne.

Hat diyarkirin Iraq her cure kiryarên terorîstî red dike û di şerê dijî terorê de ligel civaka navdewletî ye û piştevaniya hemû hewilên jinavbirina tundûtûjiyê dike. 

Her wiha bi rêya daxuyaniyê, ji bo herdu polîsên birîndar jî hêviya şîfayê hat kirin.

Parve bike: