TR KU SO
FB X
Cîhan

IRNA : Îran û Hamas li Dohayê hevdîtin kir

Sıdık Eren
Nivîskar
📅 24 mijdar 2023 20:26

PeyamaKurd - Ajansa fermî ya Îranê IRNA, ragihandiye ku li Doha ya Paytextê Qatarê Hamas û Îran hevdîtin kir.

Hatiye ragihadin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdûllahiyan di çarçoveya serdanên xwe yên li Qatarê de bi Berpirsê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniye re hevdîtin kiriye.

Dîsa hatiye ragihandin ku di hevdîtinê de, agirbesta Hamas û Îsraîlê hatiye nirxandin û Abdûllahiyan ragihandiye ku ewê piştgiriya xwe ji bo Hamasê berdewam bike, Heniye jî sipasî û destxweşî lê kiriye. 

Parve bike: