TR KU SO
FB X
Cîhan

Îro 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ye

Admin L
Nivîskar
📅 08 adar 2021 16:59

PeyamaKurd –    Îro (08.03.2019) “8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê” ye. Roja jinan li seranserê cîhanê bi merasîman tê pîrozkirin.

Wekî ku tê zanîn, li  Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di sala 1857an de nêzîkî çil hezar jinên xebatkar ku di kargeheke ristina cilûbergan da dixebitîn, ji bo ku maf û mercên xebatê werin baştirkirin dest ji kar berdan û çalakîyek lidarxistin. Lê di vê çalakîyê da hêzên ewlekarîyê bi tundî bergirî li jinên xebatkar kirin u tahdeyeke  mezin dane jinan. Bi ser da jî agir bi kargehê ket û jinên çalakvan ne karîn xwe xilas bikin û di encama vê bûyera diltezîn da 129 jin ji ber şewatê jîyana xwe ji dest dan.

Ji wê rojê bi şunde 8ê Adarê weka “Roja Jinên Kedkar a Cîhanê” tê pîroz kirin.

Parve bike: