TR KU SO
FB X
Cîhan

Îspanya, Rifad Esed û 13 kesan bo perê res sûcdar dike

Admin M
Nivîskar
📅 23 mijdar 2019 22:16

PeyamaKurd- Dozgerê Dadgeha Îspanyayê ya netewî mamê Beşer Esed, Rifad Esed, 8 zarokên wî, 2 jinên wî û 3 rêvebirên şîrketên wî, bi temamî 13 kesan bi sedema ku 695 mîlyon Euroyê perê reş dixwazin sipî bikin, xwest ku di derbarê wan de, bi tohmeta ku rêxistina sûc avakirine û karê qaçax yê berhemên dîrokî kirine, li wan dawe bê kirin.

Doza di derbarê wan de dibe ku di nav 10 rojan de, di eleyhiya Rifad Esed û her 13 kesên din de bê vekirin. Dozgerê dadgehê Jose de la Mata, di daxwaznameya xwe de dibêje ku Rifad Esed piştî salên 80 yan ew fonên ku ji xezîna Sûriyê, di derveyê qanûnen hatine rakirin, wan li welatên Ewrûpayê sipî kiriye.

Esed di sala 1984an de, ji Sûriyê derketiye û perê ku bi dest xistiye, di rêya qaçax, xerac, tehdîd, berhemên arkeolojîk û maddeyên hişber de bi dest xistiye. Esed di xebatên xwe yên Îspanyayê de; li herêma Endulusê de, bajarên Malaga û Marbellayê bo xwe kiriye baregeh û li wan deran gelek mal û mulk kiriye.

Şîrketên ku li ser navên zarokên wî û jinên wî ne, bi bihayê 695 mîlyon Euroyî, bi temamî 507 xeyrîmenqûl li ser wan şîrketan qeyd kirine.

Di dema Rifad Esed li Sûriyê bû, di sala 1982an de, bi kirina qetlîma Îxwanan tê naskirin û laqaba wî “Qesabê Hama” yê ye. Li welatê Îswîçre bi sûcdariya dijminiya mirovahiyê tê darizandin.

Parve bike: