Israel Katz: Artêşa Îsraîlê amade ye bikeve herêmên nû
PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ku xwe amade dike dev ji wezîfeya xwe berde, daxuyaniyek belav kir.
Katz tekez kir ku heta Hamas neyê bêçekkirin, çekên Hizbullahê yên li Xezeyê neyên tesfiyekirin û "gefên cîhadîst" ên girêdayî Sûriyeyê ji holê neyên rakirin, ew ê ji xetên ewlehiyê yên heyî venekişin.
Katz her wiha hişyarî da ku ger li eniyan şer û pevçûn dubare bibin, artêşa wan amade ye bikevea herêmên nû.
Li başûrê Libnanê êrîş û teqîn berdewam dikin
Hevdem li gel van daxuyaniyan, Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan rêyeke binerd a li nêzî Çiyayê Dov ku ji aliyê Hizbullahê ve hatibû bikaranîn, îmha kiriye.
Hat diyar kirin ku ew binesazî ji bo êrîşên li ser leşker û welatiyên Îsraîlê dihate amadekirin.
Li gorî agahiyên herêmî, li başûrê Libnanê di navbera gundên Hebbariye û Kfar Şubayê û li Srebbinê teqînên dijwar rû dane û balafirên şer ên Îsraîlê tevahiya şevê li ser esmanê herêmê firiyane.