TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl agahiyên nukleerî difrose Erebistana Si’ûdî

Admin M
Nivîskar
📅 01 hezîran 2018 22:58

PeyamaKurd- Pisporê Îsraîlî Ami Dor-on ragihand ku Îsraîl agahiyên nukleerî difroşe Erebistana Si’ûdî. Erebistan tekiliyên xurt di navbera xwe û Îsraîlê de daniye û bi taybetî di dema prensê nû Muhammed Bîn Selman de, bi Benyamîn Netenyahû re têkiliyên wî yên gelek nêz hene.

Li gor agahiya televîzyona Îranê Press tv yê pisporê Îsraîlê Ami Dor-on weha dibêje: “ Em dibînin ku dinya ber bi xerabiyê ve diçe û ev agahî divê me bihejîne. Pêşbirka Rojhilata Navîn ya bo xwedîbûna sîlihên nukleerî di ser me re tê û diçe.”

Vê gotina pisporê Îsraîlî Ami Dor-on di “Middle East Monitor” û di “Arabi21” ê hat weşandin. Li gor nivîsarê Îsraîlî; wê Erebistan sîlihên nukleerî çêbike lê Îsraîl naxwaze Erebistan ber bi Pakistanê ve here. Lewra Îsraîl teknolojiyê dide Erebistanê.

Parve bike: